Kiliçdaroglu: Ez ji peyva 'Kurdistanê' aciz im

.

Serokê Giştî yê  Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku wî ti caran peyva “Kurdistanê” bikar neaniyê ew jî peyva “Kurdistanê” aciz e.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li navçeya Elmadag a Enqerê ligel mixtar, nûnerên rêxistinên sivîl û rihsipiyên civakî re civiya û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Kiliçdaroglu ji beşdaran re got, "hûn dikarin bi rehetî her pirsa ku di serê we de heye ji min bikin" û paşê pirs yek bi yek bersivand.

Li ser pirsa “Hûn ji HDPê re çi dibêjin? Hûn bi HDPê re di tifaqê de ne?" Kiliçdaroglu diyar kir ku ew bi HDPê re hevîtinan dikin û got: “HDP ne di nava tifaqê de ye, herwiha ti hevkariya me jî bi wê re nîne. Lê em jî wekî her kesî bi HDP'ê re di nava hevdîtinan de ne. Partiyeke ku 6,5 milyon deng standiye. Li parlamentoyê Cîgirê Serokê Parlamentoyê heye, parlamentêr hene. Dema em biaxivin destûrê , Alîkarê Serokê Meclisê yê HDPê dixwazin, AK Partî jî dixwaze. Pêwîste PKK û HDP ji hev bên cudakirin. Em li dijî terorê ne. Em bi Partiya Pêşerojê û Partiya DEVA re behsa sîstema parlementoya a bihêzkirî dikin. Ew jî ne di nava tifaqê de ne. Lê şeş partî behsa destûrê dikin.”

Kiliçdaroglu, li ser pirsa "Hin kes dibêjin 'Kurdistan', hûn aciz dibin?" wiha axivî: “Ez jî ji peyva Kurdistanê aciz im. Ma te qet tiştekî wiha ji devê min bihîstiye?"

Têkildarî pirsa "Hûn piştgirîya PKKê dikin?" Kiliçdaroglu got: “Ez kengê, li ku, çawa bûm piştgirê wê, hûn çawa ji vê yekê bawer dikin? Kesê ku rêxistina terorê êrîş kir ez im. Tu çawa bawer dikî, ez jî fêhm nakim."

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin