Kilicdaroglu: Em HDPê ne wek partiya Kurdan wek partiya Tirkiyê pênase dikin

.

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kılıçdaroglu, li ser rexneyên rêveberekî İYİ Partiyê bo helwestnîşandana dijî HDPê got, “Em tekane partiya ku bi hemû partiyan re hevdîtinê dikin in. HDP jî di nav de.”

Kiliçdaroglu herwiha diyar kir ku HDPê 6,5 milyon deng wergirtine û ew deng jî ji derve nehatine û got, “Dûrkirina HDPê herî zêde di berjewendiya rêxistina terorê de ye.”

Serokê CHPê di nirxandina xwe de dibêje; ew wek partî ti carî peyva PKKê jî bilêv nakin, ji ber ku ew gotin dibe reklama wê rêxistinê û ji bo HDPê jî wiha got: “Divê em HDPê ne wekî partiya Kurdan wek partiya Tirkiyê pênase bikin. Ger em wisa bikin ev şaşîtiyek e. Du xetên me yên sor hene: Her kesê pirsgirêka wan bi welat û ala welat re tune be, cihê wan li ser serê me heye.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle