Kiliçdaroglu derbarê rojnamevanên Kurd de: Hûn ji rojnamevanan çi dixwazin?

.

 Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di civîna firaksiyona partiya xwe de balkişand ser destserkirina 21 rojnamevanên Kurd ku li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hatibûn destserkirin. Kiliçdaroglu derbarê rojnamevanên Kurd de rexne li desthilatê girt û got: “Eger li cihekê neheqiyek bê kirin, rojmnameger dê vê yekê binivîsn û tu jî dê bibînî û destwerdanêî bikî, lê tu li Amedê nêzîkî 20 rojnamegran desteserdikî. Wan kom dikî û diavêjî hindir. Hêj jî di hindri de ne.”

Çend roj berê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hêzên ewlekariyê yên Tirkiye bi operasyoneke hevbeş avêtibûn ser çend navnîşanan û 21 rojnmavanên Kurd destserkiribûn ku nûçegihan û rojnemevanên ajansa Mezopotamyayê û Ajansa Jinewsê bûn. Karvedanên li ser destserkirina wan rojnamevanên Kurd berdewam in.

Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu îro 14ê Hezîrana 2022ê di civîna firaksiyona partiya xwe de balkişand ser destserkirina wan  21 rojnamegerên Kurd û derbarê vê yekê rexne li desthilatê girtin.

Kiliçdaroglu amaje bi wê yekê da ku eger li cihekê neheqiyek bê kirin, rojmnameger dê vê yekê binivîsn û di çarçoveya wan zanyariyan de divê rêvebirên welat destwerdanê di vê nehewiyê de bikin û got: “Lê tu (desthilat) li Amedê nêzîkî 20 rojnamegran desteserdikî. Wan kom dikî û diavêjî hindir. “

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wiha axivî “Hûn çi ji rojnamevanan dixwazin. Tiştê ku siyasetmedarek divê dest jê bernede, azadiya medyayê ye. Bûyereke li Colemêrgê çêdibe, berî siyasetmedaran destpêkê medya dizane. Eger li cihekê neheqiyek hebe destpêkê medya dike rojev û dinivîse. Tu jî wek rêvebirek binêrî û bibêjî li vir neheqiyek heye em telafî bikin. Tu dê ji parêzgar, qeymiqam,  rêveberê ewlekariyê û hemû kadroyên bûrokrasiyê daxwaz bikî kar bikin daku rê li ber neheqiyê bê girtin. Tu nêzîkî  20 rojnamevanan li Diyarbekirê destserdikî.Ew Çima di hinder de ne. Tu Wan kom dikî û diavêjî hindir. Hêj jî di hindri de ne. Çima di hinder de ne? bi çi hincetê di hinder de ne? ”

Kurdistan Haberleri

Dewleta Îranê di 8 mehan de 800 kesan îdam kir
Iraq û Amerîka pirsa hinardekirina petrolê nîqaş dikin
Nûxşe Nasih: Agir berdewam dike û me ji parêzgeha Silêmaniyê alîkarî xwest
Li ber Parlamentoya Tirkiyeyê Toroseke spî hat şewitandin
Pervîn Chakar dê perwerdeya masterclassê bide: Serlêdanan dest pê kir