Kesên ser bi rejîma Îranê şûşeya tirba şehîd Jîna Emînî şikandin

.

Bi kirêgirtiyên rejîma Îranê bo car duyem şûşeya tirab keça Kurd şehîd Jîna Emînî li goristana Ayçî ya Seqizê şikandin.
Di vê derheqê de Eşkan Emînî, birayê Jîna Emînî li ser hesaba xwe ya Instagramê wêneya tirba Jînayê par vekiriye û nivîsiye: “Şûşeya kevirê tirba te jî wan azar dide”.
Navbirî di berdewamiyê de nivîsiye: “Ger hûn hezar carê jî bişkînin, emê dîsan çê bikin, emê bibînin ka dê kê mandî bibe”.
Hêjayê gotinê ye ku di wan midehan de, bi kirêgirtiyên rejîma Îranê tirba hejmarek ji serhildêrên şoreşa “Jîn Jiyan Azadi”yê têk dane; Rejîma Îranê netenê ji serhildêran ditirse, belkî tirs ji tirba serhildêran jî heye.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’