Kesên ji ber vîrusa koronayê mirine tên şewitandin

Desthilatdarên Komara Çînê biryar dan, termê kesên ji ber vîrusa koronayê mirine bên şewitandin.

Navenda Nûçeyan- Lijneya niştimanîya tenduristîya Çînê biryar derxist û li gor wê biryarê jî termên kesên ku ji ber vîrusa korona mirine, li cîhê jîyana xwe ji dest dane dê bên şewitandin.

Li gor biryara lijneyê, nabe termê kesekî ji ber koronayê miribe ji cîhekî bo cîheke din bê veguhestin û divê termê wî nav çantayekî taybet û mohra sazîya tenduristîyê jî pê ve be û di kûreyên agir ên taybet şewitandina terman de bên şewitandin.

Li Çînê heta naha li gor amarên dawîyê 362 kesan ji ber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

Basnews

 

 

Asya Haberleri

Li Washingtonê panelek li pêşeroja Sûriyeyê: Divê Kurd bibin beşek ji çareseriyê
Christoph de Vries: Em hemû kanalên xwe yên diyalogê ji bo Kurdan bi kar tînin
Dewleta Hindistanê huşdarî da welatiyên xwe ku bo kar serdana Îranê nekin
Hevpeymaniya leşkerî, wekî pêdiviyekê
Îtaliyayê balyozek ji bo Sûriyê diyar kir