Kesê gotibû ‘Em hizbullahçî ne û em dê serê wan jêbikin’ hat desteserkirin

.

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê welatiyê bi navê Îsmaîk Cevher Kasimoglu ji ber gotinên xwe yên di hevpeyvîneke kolanê de ku gotibû: “Em hizbullahçî ne û eger dest bidin Erdogan em dê serê wan jêbikin” hat desteserkirin.

Li parêzgeha Êlihê kesê bi navê Ismail Cevher Kasimoglu di hevpeyvîneke kolanê de xwe wek “cîhadî û hizbullahçî” dabû naskirin û gotibû “Em hizbullahçî ne û eger dest bidin Erdogan em dê serê wan jê bikin”. Herwiha gotinên Kasimoglu li ser medyaya civakî bûn sedema nerazîbûnan û parêzerê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî ragihandibû ku dê tişta pêwîst bikin.

Li ser vê yekê 29ê Adara 2023an Kasimoglu vîdeoyek din belav kir û got ji ber ku ew ji dewleta xwe gelekî hez dike, ew tişt gotine û daxwaza lêborînê kir.

Ligel vê yekê îro Pêncşemê 30ê Adarê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê a Êlihê de Îsmaîl Cevher Kasimoglu hat desteserkirin.

Kasimoglu di hevpeyvîna li kolanê gotibû: “Ez dengê xwe nadim wan segan, ateîstan, kafiran. Em dewletçî ne. Eger dest bidin Erdogan em dê serê wan jêbikin. Em bo cîhadê amade ne. Em dê serê wan jêbikin. Ew kafir in.”

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt