KERKÛK - 'Serokwezîrê Îraqê ferman da ku leşker ji Taxa Newrozê vekişin'

.

Şaxewan Ebdula got, “Serokwezîrê Îraqê ferman da ku leşker ji Taxa Newrozê ya Kerkûkê vekişin.”

Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdula li ser bûyerên dawî yên li Kerkûkê got:

“Doh şêniyên Taxa Newrozê ya Kerkûkê xeber da me ku leşkeran bi ser wan de girtiye û ji wan xwestiye ji malên xwe derkevin.

Ez bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axivîm, wî jî ferman da Wezareta Karên Navxwe ku ew leşker ji Taxa Newrozê vekişin.”

Şaxewan Ebdula herwiha amaje pê kir ku bi aliyên pêwendîdar re axiviye û ev fermana Serokwezîrê Îraqê tê bicihkirin.

Çi bûbû?

Leşkerên Îraqê doh li Taxa Newrozê ya Kerkûkê derî bi derî çûn malên Kurdan û ji wan re got, “Divê hûn ji malên xwe derkevin.”

Artêşa Îraqê îdia dike ku ev tax milkê Wezareta Parastinê ya Îraqê ye lê şêniyên taxê dibêjin “Mijar tiştekî din e.”

Artêşa Îraqê piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn zext û zorê li Kurdên Taxa Newrozê dike ku malên xwe bar bikin.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ