Kerkûk | Piştî bûyerên 16ê Cotmehê 142 postên îdarî û ewlehiyê ji Kurdan hatin standin

.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, ji bilî dagîrkirina navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, tenê li parêzgeha Kerkûkê 142 postên îdarî û ewlehiyê ji Kurdan hatin standin.

Kurd li benda guhertin û vegerandina mafên xwe yên desteserkirî ne. Ji bo vê jî tê çaverêkirin ku şandeyek ji Bexdayê were.

Kurd amaje bi wê yekê dikin, pirsgirêkên Kerkûkê ji berê ve hatine plankirin û daxwaza guhertina di dezgehên îdarî û ewlehiyê yên parêzgehê de dikin.

Di bûyerên 2ê Îlonê de qewimîn, di encama gulebarana xwepêşanderên Kurd de 4 kes şehîd bûn û 15 kes jî birîndar bûn. Tê çaverêkirin ku jibilî Komîsyona Ewlekarî û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê, şandeke bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên were Kerkûkê û lêkolînê li ser sedemên bûyeran bike û biryarê li ser guhertina hinek desthilatên îdarî û ewlehiyê bide.

Parlamentera Parlamentoya Iraqê Necwa Henîd Kakeyî got, “Biryara guhertina hemû desthilatên Kerkûkê bê dayîn. “Divê hevsengî di navbera pêkhateyan de hebe.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê ji 142 ofîsên ku ji Kurdan hatine standin yên herî girîng ev in: Walîtiya Kerkûkê, Qeymeqamiya Navendî ya Kerkûkê, Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Kerkûkê, Rêveberiya Çandiniyê, Rektoriya Zanîngeha Kerkûkê, Qeymeqamtiya Daqûqê, Qaymeqamtiya Dubiz. Walîtiya Navçeyê.

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin