KERKÛK – Efserê Kurd ê cotkar parast ji erka xwe hat dûrxistin

.

Hat zanîn ku Albay Rêber Mizûrî ku li dijî destwerdana artêşa Iraqê ya li dijî cotkarên Kurd ên li herêma Sergeran a Kerkûkê bû, ji erka xwe hat dûrxistin.

Artêşa Iraqê Fermandarê Tabûra 1 a Lîwaya 32 ya Firqeya 8 Albay Rêbar Mizûrî ku li gundê Şenaxa parastina cotkaran kiriye ceza kir.

Li gorî zanyariyên ku ketine destê Rûdawê, doh şandeke Fermandehiya Operasyonên Kerkûkê ya artêşa Iraqê li navçeya Dubiz kontrol kir û lêkolîn li ser kolber Rêber Mizûrî kir.

Piştî lêpirsînê Albay Mizûrî şandin malê.

Heyetê da zanîn ku Mizûrî ji Lîwaya 8an hatiye dûrxistin û jê xwestiye ku biçe mala xwe û li bendê bimîne ku biryar jê re bê ragihandin.

Duşema borî yekîneya piştevaniya artêşa Iraqê ku çûbû gundê Şenaxa yê navçeya Dubiz a Kerkûkê, destwerdan li cotkarên Kurd kiribû û nehiştibû ku zeviyên xwe biçînin. Cotkarên Kurd li hemberî destwerdana leşkeran li ber xwe dan.

Akîd Rêber Mezûrî daxwaz kir ku leşkerên Iraqî yên ku neheqî li cotkaran kirine bên cezakirin. Li ser vê daxwazê ​​fermandeyê operasyonên Kerkûkê efserê pêwendîdar ceza kir û ji erkê xwe dûrxist.

Kolonel Rêbar Mizûrî efserê Iraqî yê li herêmê erkdar bû, ceza kiribû.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc