Du ciwanên Kurd ên ku 8ê Tebaxê li Kerkûkê bi hinceta ku alaya Amerîkayê hildane hatibûn desteserkirin, îro derketin pêşberî dadgehê lê dadgehê biryara berdana wan neda.
Parêzerê ciwanan Ala Kemal ji Rûdawê re ragihand, “Dadwerê dadgeha Kerkûkê daxwaza berdanê red kir û rûniştina dozê bi paş xist.”
Kemal her wiha diyar kir ku dê biryar sibe bê eşkerekirin.
Du ciwanên Kurd 8ê Tebaxê bi otomobîlên xwe li nav bajarê Kerkûkê geriyabûn û di wê demê de alay Amerîkayê hildabûn û ji ber vê yekê hatibûn desteserkirin.
Parêzerê din ê ciwanan Mihemed xazî jî got, “Ji roja desteserkirinê ve hewldanên me yên ji bo berdana wan didomin.”
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî diyar kiribû ku ew ciwan li gorî xala 240emîn a Yasaya Cezayê ya Îraqê bi tohmeta “guhnedana fermanê” hatine desteserkirin.
Li gorî xala 240emîn a Yasaya Cezayê ya Îraqê, kesê ku guh nede fermaneke îdarî, bi cezayê heta şeş mehan hepsê yan jî bi cezayê pereyan ku ji 100 hezar dînarên Îraqê zêdetir nebe, tê cezakirin.