Kerkûk | Biryara serbazgeha Iraqê hat betal kirin, wê bîrdariya şehîdan bê çêkirin

.

 Desteya Giştî ya Herêmên Kurdîstanî ya Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ragihand ku hikûmeta federal a Iraqê biryara duristkirina serbazgehekê li gundê Topzawa yê Kerkûkê betal kiriye û da zanîn ku ew hewl didin didin li wê herêmê monomêntekê (bîrdarî) çêbikin.

Desteya Giştî ya Herêmên Kurdîstanî ya Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de da zanîn, weke Desteya Giştî ya Herêmên Kurdîstanî ya Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê her di yekem dema nerazîbûna xelkê gundê Topzawa bo dûbare danîna serbazgehekê li gundê Topzawayê yê ser bi parêzgeha Kerkûkê, wan peywendî bi hikûmeta Iraqê û aliyên peywendîdar kiriye û berdewam li ser xetê bûne ji bo hilweşandina wê biryarê. 

Desteyê diyar kir, herwiha nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê tekîd kiriye çêkirina serbazgehê û nûjenkirina serbazgehê li Topzawa hatiye ragirtin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin