Kenber: “Dadgeha federal di destê Îranê de bûye wek çovekî”

.

Siyasetmedarê Iraqî û hem serokê Partiya Mustaqbel Întîfaz Kenber ragihand ku Dadgeha Bilind ya Federal ya Iraqê di destê Îranê de bûye weka çovekî û li Iraqê derbe kir.

Kenber, di ser hesabê xwe yê Twitterê de biryara dadgeha federal ya di derbarê îxrackirina xaz û petrola Herêma Kurdistanê de rexne kir û weha got:

“Biryara Dadgeha Federal ya Bilind a Iraqê ya di derbarê qanûna xaz û petrolê ya Herêma Kurdistanê, tewrê wan yê di derbarê namzediya Hoşyar Zêbarî ji bo serokkomariya Iraqê û hiştina Berhem Salih ji bo serokkomariyê ku li dijî qanûne, siyaseta li dijî îstîqrara Iraqêye û derbeyekiye li dijî dewleta Iraqê.

Di hilbijartinên pêşwext yên Iraqê de terefên ku nêzî Îranêne têkçûn û di rêya Dadgeha Bilind ya Federal de dest bi xerakirina îstîqrara Iraqê kirine, hiştin ku Berhem Salih li ser kursiyê serokkomariyê bimîne û bi vî awayî tesewirê dikin ku hukumetekî qels ava bikin û Iraqê di destê xwe de bikin weka leystikekî û dixwazin Iraqê bikin weka Lubnanê. Dadgeha federal di destê Îranê de bûye wek çovekî.”

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN