Kemal Tolan: Ya Xwedayê mezin, Tû mafê kuştina Êzdî û vî Teyrê Tawis ji neheqan ra nehêlî

.

Kemal Tolan

Ya Xwedayê mezin, bê şirîk û heval, îro hemû beşer ji tinekirina vê giyana Êzdî û Teyrê Tawis re ker û bê dengin.

Xwînxwaran ne hîştin Teyrê Tawis û Êzdî di vê giyanê de jî azad û temen dirêj bijîn. Lê ji Te ve eyane ku, Teyrê Tawis û Êzdiyan, serê bi bedena xwe ve , ji dijmin ra tewandî nehêhîştin û ew dîsa bi serbilindî û bixwembarî tên dizivirine ba Te.
 

Lavan ji Te dikim ya Xwedê û baş bawer im,  gava ev cardinê û di bedeneke dinê de bizivirime ser vê axa pîroz, wê hingê xîretkêş û netewperestên bêhêlin, ew  giyaneke dirêj di nav azadî û serxwebûnê de bijîn.

Lewma lavan ji Te dikim ya rebî , Tû mafê min û kesên ku ji nûra min Teyrê Tawis bawerdikin*, ji neheqan ra nehêlî !

*https://www.facebook.com/KemTolan/videos/296274682540648

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle