Kemal Kerkûkî: Serok Barzanî dixwaze doza Kurdan li her derê bê çareserkirin

.

 Berpirsê Nûnertiya PDKê ya Kerkûk-Germiyanê li ser çarenivîsa Kurdên Rojavayê Kurdistanê û hevdîtina Mezlûm Ebdî û Serok Mesûd Barzanî got: “Serok Barzanî dixwaze doza Kurdan li hemû cihan bi rêya aştî û demokrasiyê bê çareserkirin.”

Kerkûkî di daxuyaniyeke çapemeniyê de, li ser civîna Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ya li Hewlêrê diyar kir, “Li pey qanûna navdewletî û peyman û biryarên Neteweyên Yekbûyî, her gelek li ser axa xwe, mafê xwe yê rewa heye biryarê bide ka bi çi awayî desthilatdarî bê kirin.”

Kemal Kerkûkî herwiha got: “Serkirdetiyekî me yê hekîmane heye. Paşeroja Kurdistanê di destê kesekî dûrbîn, serbilind û dilsoz de ye û li ser rêbaza dibistana Barzanî dimeşe, lewma li dawiyê serkeftin her ji bo gelê Kurdistanê ye.”

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê