Kemal Kerkûkî: Rizgarkirina Kerkûkê sembola bidawîanîna rejîma Be'sê bû

.

Berpirsê Ofîsa Rêxistina Parêzgeha Kerkûk-Germiyanê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî ragihand, hemû rêyên demokrasî, siyasî, yasayî digrin ber xwe ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd.

Îro Duşemê 10ê Nîsana 2023an, Kemal Kerkûkî daxuyaniyek belav kir û tê de amade bi girîngiya rizgarkirina bajarê Kerkûkê kiriye ku wek sembola bidawîbûna rejîma Be'sê bû.

Di daxuyaniyê de Kemal Kerkûkî bal dikşîne ser wêrekiya Pêşmerge û xebata welatiyan ku ji bo rizgarkirina bajêr bêyî ti alîkariyek yan destwerdaneke serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê, pêk hat.

Kerkûkî destnîşan dike: “Hinek ajendayên navçeyî û navdewletî li benda rûdana şerê netewî û mezhebî di navbera pêkhateyên bajêr de bûn û çaverêya encamdana kiryarên tolhildanê bûn wek bersivek ji bo siyaseta dirindane ya rejîma jinavçûyî.”

Herwiha diyar kir: “Hêzên qehreman ên Pêşmerge, dema çûn nav bajêr û kontrol kirin, wêneya herî ciwan a qehremaniyê û camêriyê nîşan dan, bêyî rijandina xwîn û rûbirûbûna di navbera pêkhateyên bajêr de, bajar kontrol kirin.”

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle