Keçeke Kurd a Êzidî hat rizgarkirin

.

Îro li Rojavayê Kurdistanê Mala Êzidiyan, Roza Emîn a 19 salî dît, ku ji sala 2014an ve ji aliyê DAIŞê ve hatiye revandin.

 Keçeke din a Êzidî ku ji sala 2014an ve ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin, hat dîtin û di demeke nêz de dê bi kesûkarên xwe şad bibe.

Îro li Rojavayê Kurdistanê Mala Êzidiyan, Roza Emîn a 19 salî dît, ku ji sala 2014an ve ji aliyê DAIŞê ve hatiye revandin.

Roza Emîn piştî dagirkirina Şingalê di Tebaxa 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hat revandin û ji wir ew veguhestine Telefer û ji wê derê jî bo Sûriyê.

Roza dema ketiye destê çekdarên DAIŞê temenê wê tenê 12 salî bûye. Ne tenê Roza, hemû endamên malbata wê hatine revandin.

Bi azadbûn û rizgarkirina wê, Roza Emîn dibe kesa şeşem a malbata xwe ku rizgar bûne, hîn heft endamên wê mane ku çarenûsa wan ne diyar e.

Tê çaverêkirin ku di çend rojên bê de Roza vegere warê xwe, malbat û kesûkarên wê li komelgeha Êzidiyan ji bo pêşwaziya wê amadekarî dikin.

K24

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî