Keçeke 9 salî kevir pêve girêdan û avêtin nav bîra avê

.

 Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê zarokek 9 salî ya xelka Sûriyê ku 4ê Nîsanê di dema vegera ji dibisatnê de wenda bibû, termê wê di bîreke avê de hat dîtin.

Roja 4ê Nîsanê li Taxa Selvîlî li kolana Medrese ya Kilîsê demjimêrên nîvro keça 9 salî ya bi navê Gîne Mercîmek a xelka Sûriyê dema ji dibistanê vedigere malê wenda dibe. Malbata wê saziyên pêwendîdar agahdar dikin û lêgerîna li Gîna destpê dike.

Li gor agahiyan doh 5ê Nîsanê termê wê keça 9 salî di bîra li hewşa mala kesê bi navê H.B de hatiye dîtin.

Tê gotin, tîmên Berevaniya Şaristanî çûnê cihê bûyerê, ava di bîrê de derxistine û piştî av bi temamî ji bîra 12 metreyî hatiye derxistin dîtine ku pirîkêtek bi sitûyê Gîne Mercîmek ve hatiye girêdan.

Termê Gîna bi armanca otopsiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddin Yavaşca hat şandin. Herwiha gumanbarê bi navê H.B li Taxa Ekrem Çetîn ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Di heman demê de piştî dîtina termê wê keça 9 salî, şevê din grûpek welatî li dijî vê kiryarê derketin û li ber Navenda Polîsan a li Taxa Beşevler kom bûn û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan