'Kebaba Cîger' li ser navê Amedê hat tescîlkirin

.

Li ser pira dîrokî ya Dehderî ya Amed a Bakurê Kurdistanê danasîn û tescîlkirina "Kebaba Cîger" ji aliyê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) ve hat kirin.

Di encama serlêdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) de "Kebaba Cîger" ya ku ji Daîreya Patent û Nîşanên Tirkiyê belgeya qeyda nîşaneya erdnîgariyê wergirtibû, bû yek ji xwarinên ku hatine tomarkirin.

Serokê DTSO Mehmet Kaya, Parlamenterê berê yê AKPê Mehdî Eker, Serokê Encûmena DTSO Celalettin Birtane, Serokê DESOBê Alîcan Ebedinoglu, Serokê Borsaya Bazirganiyê Engîn Yeşîl, Serokê DISADê Nurullah Edemen û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî danasîna ku li ser Pira Dehderî hat lidarxistin bûn.

Di danasînê de bi qasî 600 par kebaba cîgerê li beşdaran hat belavkirin.

Serokê DTSOê Mehmet Kaya diyar kir ku heta niha 48 berhem hatine tescîlkirin.

Serokê Odeya Restoran û Kebabfiroş ên Amedê Haşim Erkan diyar kir ku kebaba cîgerê çanda sedsaliya bajêr e û bi saya kebaba cîgerê gelek kes bûne xwedî îş û kar.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin