Kazimî li ser êrişa dijî baregeha PDKê: Hêza parastinê tenê temaşe kir

.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî,  serdana Wezareta Navxwe ya Iraqê kir.

Serokwezîrê Iraqê di serdana Wezareta Navxwe ya Iraqê de ku ligel berpirsên wezaretê civiya, behsa êrîşa 28ê Adarê ya şewitandina baregeha PDKê ya Bexdayê kir û got, hezên ewlehiyê tenê bûyer temaşe kirin, ev nayê qebûlkirin.

Mistefa Kazimî diyar kir: “Di dema êrîşa ser baregehê de hêza ku erkê wê parastin bû, temaşe kir. Ev nayê qebûlkirin û dê rûbirûyê lêpirsînê bibin. Di heman demê de jî pêwîst e li ser bazneyên berpirs bi şêweyekî dirust li gel zanyariyan miamele bê kirin.”

Serokwezîrê Iraqê girîngiya karûbarên sazî û dezgehan bi şêweyekî rêkûpêk anî ziman û got, “Bi erkê xwe rabin û lêpirsîn û cezakirin jî li ser her kêmasiyekê divê hebe.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin