Kazimî: Kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatine çareserkirin

.

 Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatine çareserkirin.

Mistefa Kazimî îro sêşemê 7ê Hezîrana 2022yan li Bexdayê di civîneke çapemeniyê de ragihand, piraniya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatine çareserkirin û çendîn rê ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hene.

Kazimî destnîşan kir, mehane 5 milyar Dolar ji bo mûçeyên karmend û xanenişînan têne dabînkirin, du milyar Dolar jî ji bo xerciyên bikarxistina hikûmetê diçe, bi giştî di salekê de 84 milyar Dolar dike.

Serokwezîrê Iraqê eşkere kir: “Niha yedega pereyê Banka Navendî ya Iraqê 76 milyar Dolar e, ku beriya niha 50 milyar bû, em soz didin ku heta dawiya salê, yedega pereyê Iraqê bigihîje 90 milyar Dolar.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin