“Kawayê Deşta Sûwaran” ji DOZê derketiye

.

Weşanên DOZê berhema Kawayê Deşta Sûwaran ya nivîskar Bîlal G. Şadî weşandiye.
Berhem ji bo zarokan hatiye amadekirin, ji 40 rûpelên rengîn pêk tê. Îlsustrasyonên vê berhemê ji hêla Mûjde Başkale hatine çêkirin.

“Dibêjin, deşteka mezin bi navê Deşta Sûwaran hebûye. Ew deşt, dergûşa şaristaniyê, ji bo her tîştî bûye cîhê pêşîn. Cara pêşîn, mirov li wir bi cîh bûne, koçerî berdane, pez xwedî kirine, dest bi şivantiyê kirine, zevî rakirine, ceh û genim lê ajotine, dest bi rêncberiyê kirine, gund û bajar ava kirine û dest bi bajarvaniyê kirine.
Bajarên wan mezin bûne, xwedî paşa, mîr û beg bûne. Paşayê wan Merdas yekî zana, mêrxas û cen gawer bû. Dilê wî germ û gelek xêrxaz bû. Gerzanekî bilind, dirêj û rengareng li serê wî bû. Por û biskên dirêj, rêşî, di bin gerzana wî de derdiket ser qolinca wî. Rîhya wî ya spî, dirêj wekî berfê, dadiket ser sînga wî. Kirasekî dirêj, ji hevirmiş, rengê şîn ê pîroze lê bû. Merdas Paşa gelek samnak bû, birî û bijangên wî yên reş û gurr eniya wî digirt. Bi xof bû, dema yek lê mêze dikir, tirs diket zikê meriv. Lê di bin birî û bijan gên samnak de çavên wî yên germ dikeniyan.”

Her wiha Weşanên DOZê destnîşan kiriye ku ev berhem ji bo zarokên 8-9-10-11-12 salî hatiye amadekirin.

Kurdistan Haberleri

PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e
Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî