Kawa Ezîzî: Divê ENKS, MSD û HSD bibin yek

.

Piştî guherînên mezin ên li Sûriyeyê û nemana desthilata malbata Esed, Rojavayê Kurdistanê ketiye qonaxeke nû û hestiyar. Çarenivîsa herêmê û paşeroja gelê Kurd di nav aloziyên siyasî û leşkerî de ye û çavê hemû aliyan li ser gavên ku dê hêzên Kurd biavêjin e. Gelo dê Kurd karibin ji vê derfeta dîrokî sûd wergirin û bibin xwedî statuyeke siyasî?

Di nav vê rewşa nediyar de, Endamê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) û mamosteyê zanîngehê Dr. Kawa Ezîzî, piştî 20 salên dûrketinê, serdana welatê xwe kir û ji nêzîk ve bû şahidê rastiya heyî. Vegera wî ne tenê rêwîtiyeke şexsî bû, lê di heman demê de fersendek bû ku rewşa aborî, civakî û siyasî ya herêmê bi çavekî nû binirxîne û çavdêriyên xwe yên li ser erdê bi raya giştî re parve bike.

Dr. Ezîzî balê dikişîne ser guherîneke balkêş di derûniya xelkê de. Tevî ku rewşa aborî ji ber hişkesaliya du salên dawî gelekî zehmet e û debara jiyanê dijwar bûye jî, wî hest bi hêviyeke nû di nav xelkê de kiriye. Berevajî salên borî ku pirsa sereke ya ciwanan "Ez çawa biçim Ewropayê?" bû, niha pirs bûye "Em çawa dikarin li welatê xwe bimînin û paşeroja xwe ava bikin?". Ev guherîna derûnî nîşaneke girîng e ku êdî xelk li benda çareseriyên mayînde û avakirina jiyaneke nû li ser axa xwe ye.

Mijara sereke ya ku Dr. Ezîzî tekezî li ser dike, pêwîstiya yekrêziya Kurdan e. Bi dîtina wî, ew nakokiyên berê, ew "xetên sor" ên ku partiyan di navbera xwe de danîbûn, êdî divê bên rakirin. Ew dibêje ku Konferansa Qamişloyê di nav xelkê de hesteke erênî çêkiriye û êdî dema wê hatiye ku hemû aliyên siyasî yên Kurd, çi ENKS be, çi HSD û MSD be, bi yek dengî û wek şandeyeke hevbeş a Kurdî biçin danûstandinên Şamê da ku mafên rewa yên gelê Kurd biparêzin.

Ji bilî analîzên siyasî, Ezîzî behsa gavên pratîkî jî dike ku ji bo mana xelkê li ser axa xwe pêwîst in. Ew dibêje ku divê Rêveberiya Xweser û aliyên berpirs mercên jiyanê baştir bikin, bi taybetî jî piştgiriyê bidin cotkaran ku stûna sereke ya aboriya herêmê ne. Dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn ên wekî av, kehrebe û alîkariyên ji bo çandiniyê dê bibe sedem ku koçber jî li vegerê bifikirin.

Di vê hevpeyvîna taybet a ji Rûdawê bi Nalîn Hesenê re, Dr. Kawa Ezîzî bi kûrahî li ser rastiya nû ya li Rojavayê Kurdistanê, guherîna di derûniya civakê de, astengiyên li pêşiya yekîtiya Kurdan û derfeta dîrokî ya ku niha li ber destê wan e, radiweste. Ew hem bi çavê siyasetmedarekî û hem jî bi hestên welatiyekî ku piştî bîst salan vegeriyaye welatê xwe, rewşê dinirxîne.

Rûdaw: Rojavayê Kurdistanê vê carê çawa bû? Te çilo dît?

Dr. Kawa Ezîzî: Weleh, yek dibêje welat, welatê me ye. Ango, ew cihê xwedî hestên mirov e, ew cihê ku xelk lê rûniştiye. Kes nikare şûna wê bigire. Bi azadî tu li welatê xwe digerî. Her ku tu diçî, azad î. Tu li welatê xwe yî. Ew hesteke gelekî ciwan e. Ew xelkê me yê dilsoz, wexta ku mirov dibînin gelekî bi kêfxweşî pêşwaziya mirov dikin.

Rûdaw: Mirov zêdetir hest bi hebûna xwe dike, ma ne wisa?

Dr. Kawa Ezîzî: Erê. Mirov dizane mirov çi ye di dilê xelkê xwe de. Bi rastî jî miletekî gelekî dilsoz e, miletekî xweragir e. Her çi qasî jiyana wî zehmet e, feqîrî û hejarî heye lê xweragir e.

Rûdaw: Te çû bajêrê xwe û gundê xwe Dirbêsiyê? Rewşa Dirbêsiyê çawa ye, rewşa xelkê wê derê, çandinî ku debara sereke ya jiyana xelkê ye, rewş çawa bû vê carê?

Dr. Kawa Ezîzî: Weleh, bi berçavgirtina ku navçeya me navçeyeke kiştûkalî û çandiniyê ye, navçeyeke çandiniyê ye, wexta ku çandinî lê xirab be, baran kêm bin, xelk gelekî dikeve tengasiyê. Pêdiviyên çandiniyê wekî tov, semad, mazot û qerz û ew tişt, ew jî hemû bi zehmetî tên bidestxistin û bi buhayeke mezin in. Asayî ye ku ji sala çûyî û asayî ye ku ji ber baran nehatî xelk bêhêvî bû. Sala çûyî zîpik bû, îsal du sal in bi rastî demsala xelkê Kurdistana Rojava ketiye rewşeke xirab. Rewşa wan a aborî gelekî xirab bûye îsal. Em bi hêvî bûn piştî Konferansa Qamişloyê, xelk dê ji aliyê derûnî ve hinekî rihet be, bê pere be jî lê xizmetguzarî kêm bûn.

Rûdaw: Rewşa ku li Rojavayê Kurdistanê heye rewşeke baş e ku xelk vegere bajarên xwe?

Dr. Kawa Ezîzî: Nalîn Xan. Tiştê ku her kes dibêje sedema jiyanê hebe... Sedemeke jiyanê tune, pirsgirêk e. Ew kesê ku dixwaze vegere, pêwîst e sedemên vegerê hebin. Ewên ku nikarin vegerin, bi rastî jiyana wan dixeve metirsiyê. Divê em li ser partiyên siyasî, li ser Rêveberiya Xweser, ew kesên ku îro hukum li wê navçeyê dikin, divê ew hinek mercên jiyanê ji xelkê re amade bikin. Eger av hebe, kehrebe hebe, xizmetguzarî hebe, alîkariya cotkaran bêhtir bê kirin, ew esasê mana xelkê ne. Eger gund tune be, bajar jî tune ye. Jiyana me ya bajaran hemû li ser gundan e. Pêwîst e gund gelekî giringî pê bê dayîn, wekî tovan bi bihayekî kêm bidin, semadê bihayekî kêm bidin, mazotê bi taybetî bidin. Wexta ku mirov mazotê taybetî di wexta xwe nede, piştî ku tu biçî, tu çawa dikarî mazotê bikirî.

Rûdaw: Ango tu dibêjî eger ev alîkarî ji bo xelkê hebe, dê xelk vegere gund û bajarên xwe?

Dr. Kawa Ezîzî: Xelk dê bimîne û vegera koçberan jî dê hebe, lê kêm e. Veger heye, ji Ewropayê, ji Kurdistana Tirkiyeyê, kêm e, lê ku jiyan xweş bibe, bi raya min, ew dê gelekî vegere.

Rûdaw: Tu jî hez dikî vegerî Rojavayê yekcarî ji ber ku îro dema min got “Doktor Kawa mêvanê min e” gelekan pirsî “Gelo ma ne bi yekcarî çû Rojavayê Kurdistanê?”

Dr. Kawa Ezîzî: Weleh Nalîn Xan, me ew salên çûyî, 40 roj, îsal jî 45 rojan em çûn, me xaniyê xwe amade kir, me rîya vegerê xweş kiriye.

Rûdaw: Te xweş kir?

Dr. Kawa Ezîzî: Erê, min xweş kir.

Rûdaw: Ango ev cara dawî ye, tu dê bi temamî vegerî?

Dr. Kawa Ezîzî: Îşelah.

Rûdaw: Ev çend sal in tu dûrî Rojavayê Kurdistanê bûyî? Ango çend sal in tu li Başûrê Kurdistanê dijî?

Dr. Kawa Ezîzî: Tevî îsal 20 sal in.

Rûdaw: Piştî 20 salan, te biryar da ku vegerî Rojava.

Dr. Kawa Ezîzî: Erê, jiyana me li wir e. Em nikarin li derveyî wir bimînin. Ez hebûna xwe li Kurdistana Îraqê dibînim ku divê ez derkevim.

Rûdaw: Îca bîst sal tu li vir mamosteyê zanîngehê bûyî jî, mamoste Doktor Kawa. Li wê derê jî tu dê heman karî bikî yan te nexşeyeke din ji bo jiyana xwe daniye?

Dr. Kawa Ezîzî: Weleh, ez naxwazim ez bibêjim, jiyana me ya mayî, em dê di xizmeta gelê xwe de bin, li kuderê be pirsgirêk nîne.

Rûdaw: Eger daxwazek hebe ji Zanîngeha Rojavayê, tu dê dersan bidî, mamostetiyê bikî?

Dr. Kawa Ezîzî: Eger ez bikim, wê bi min xeteke sor derbas bikin.

Rûdaw: Çima?

Dr. Kawa Ezîzî: Mixabin, heta niha, mesela yên ser bi ENKSyê ve bin nakevin wezîfeyên îdarî, ev bi raya min tiştekî şaş e. Bi taybetî piştî Konferansa Qamişloyê divê ev xeta sor ji nava me rabin.

Rûdaw: Ango hîn jî ev xeta sor heye?

Dr. Kawa Ezîzî: Weleh, heye lê divê nemîne. Xelas. Em gihîştine rêkeftinekê, mala Kurdî, em gihîştine damezrandina wefdeke hevbeş, yeknerîn li ser çareseriya pirsgirêka Kurdî, çima pirsgirêk di navbera me de hebe? Ti pirsgirêk nemane. Divê em hêdî hêdî ber hev du werin destê xwe bixin destê hevdû û welatê me di metirsiyeke mezin de ye, îro roja îstîhqaqê ye. Divê Kurd bibin yekdest.

Rûdaw: Baş e, me ew Konferansa Qamişloyê dît û te jî behsa şandeke hevbeş kir ku hatibû pêkanîn. Li ser erdê xelk çi dibêje, ew nêzîkbûna di navbera aliyan de di nav milet de heye, yekrêzî heye?

Dr. Kawa Ezîzî: Bi rastî Nalîn, ew wek sala çûyî nîne. Îsal tiştekî gelekî cuda min di derûniya xelkê de dît.

Rûdaw: Ez dixwazim tu wan tiştên cuda ji me re bibêjî.

Dr. Kawa Ezîzî: Ew tiştê cuda ev bû, par her kesê pirs dikir, “Ez çawa biçim Almanyayê, ez çawa biçim Ewropayê, ez çawa xwe rizgar bikim?”. Îsal min nedît heta ciwanek jî vê pirsê bike. Yanî behsa çûnê derve teqrîben nemaye.

Rûdaw: Ev tiştekî baş e.

Dr. Kawa Ezîzî: Tiştekî gelekî baş e. Ya diduyan, min bihîst û zanî ku gelek xortên me yên Ewropayî dixwazin xaniyan bikirin, febrîqeyan bikirin, zeviyan bikirin, dikanekê bikirin, ew jî dixwazin rewş xweş bibe, firset jê re çêbibe, gelek kes dê vegerin.

Rûdaw: Ango, niha bawerî li cem xelkê çêbûye, piştî vê konferansê?

Dr. Kawa Ezîzî: Piştî vê konferansê heta radeyeke rihetiyeke ecêb heye, yanî, yekem car e di nav xelkê de rûdinêm, li dû hev naştexilin, giş bi yek tonî dişitexilin. Ya didoyan berê tirs hebû ku bên girtin. Ew tişt hema hema nemane. Êdî xelk behsa yekrêziyê dike çawa emê nêzikî hev bibin. çawa pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Rûdaw: Ew şerê di nav xelkê de yê ser hizbatiyê, niha li Rojava nemaye, xelk gihîştiye wê encamê ku divê yekrêzî hebe?

Dr. Kawa Ezîzî: Erê. Nemaye, metirsiyeke li derve heye û bûye wextê îstihqakan û Beşdar (Esed) jî ketiye û ev yekrêzî jî. Miletê me miletekî niştimanperwer e. bi rastî jî guvaşeke wê ya baş jî heye li ser hêzên siyasî ku yekgirtî bimînin.

Rûdaw: Ew tirsa ku tu behs wê dikî, gefên ji derve bi rastî li ser cadeyê te ew tirs di nav xelkê de dît ku êrişek li ser Rojavayê Kurdistanê bê kirin?

Dr. Kawa Ezîzî: Nalîn êdî ne henek e. Wekî mînak fezaya eşîran êrişên wan li ser Beravê li ser Mesîhiyan li Şamê û êrişên wan li ser Siweydê û bajarên wekî yên Durziyan û şerê ku berdewam e li ser Bendava Tişrînê û êrişên wan li ser HSDyê û ew gefên ku dibêjin em dê hemû Sûriyeyê... nûçeyên televîzyonên Sûriyeyê, ew xîtaba kerahiyê li dijî Kurdan û li dijî HSDyê, eşîrên û civatên wan û sosyal medyaya yanî, tiştekî gelekî bi tundî li dijî Kurdan diaxivin. Ev tişt jî divê me Kurdan biparêze.

Rûdaw: Eger hat û êrişek li ser Rojava hate kirin tu di wê baweriyê de yî ku hêzên Kurdî, aliyên siyasî yên cuda, xelk û eşîrên Kurdan hemû li kêleka HSDyê bisekinin.

 Dr. Kawa Ezîzî: Yên nesekinê wê winda bike. ez bixwazim nexwezim îro HSD ew hêz e ku herêmê diparêze bê cudahî, Xiristiyan, Ereb, Kurd, xelkê ku lu herêmê, coxrafyayê giş diparêze. Ya din jî li nav Durziyan, li nav Mesîhiyan, li nav Elewiyan bi eşkere gazî HSDyê dikin dibêjin `bila ew bê me biparêze, Em HSDyê dixwazi dewletê naxwazin.` Aniha em giş dibêjen HSD Ereb in. Kes li HSDyê nanêre ku ji serê sedî 50 zê de Ereb bin, HSD Kurd e. Ew nabêjin Kurd û PYD, ew dibêjin Kurd, ferqê naxin navberê. Divê vî tiştî em jî biparêzin.

Gelek gavên din ên ku pêwîst e hîna ENKS û PYNK ber bi hevdu ve bên. Yanî divê merceiyeke Kurdî çêbibe. Ew pêwendiyên dualî yanî PDKS û PYD, ENKS û PYNK, Partiyên ENKSyê û Partiyên PYNKyê. Em bi eşîrên Kurd û eşîrên Ereb, Partiyên Kurdî bi Suryan, Aşûrî, Durzî û Elewiyan û Sunî û Şîe û Şamê, yanî divê ew têkilî hebin, em wek laşekî xwezayî di hundirê Sûriyeyê de derkevin ku em ne metirsî ne li ser kesekî ne, em dixwazin bi îradeya me ya hevbeş, em karibin rola xwe ya erênî di hemû pêwendiyan de bilîzin.

Rûdaw: Doktor Kawa, te behsa Şamê kir. Bi rastî nûçeyeke me hebû, her çiqasî min nexwest ez behs bikim heta ku ez piştrast bibim ji aliyên ku pêwendîdar in, dibêjin ku Şamê daxwaz ji şandeyeke ENKSyê kiriye ku biçe Şamê ji bo ku li gel hikûmetê rûnê, lê şandeya ENKSyê ew yek qebûl nekiriye, red kiriye. Hayatiya te jê heye?

Dr. Kawa Ezîzî: ENKS wekî saziyeke siyasî ya serbixwe, mafê wê heye hemû pêwendiyan bike, têkiliyan bike, nivîsgehên xwe li Şamê, Helebê, beravê, nav Durziyan, li her cihî hebe, mafê wê heye bi dewletê re danûstandinan bike, lê ku wek wefdekî serbixwe, li derveyî yekrêziya Kurdî be, ew tiştekî baş nabe. Ew tiştekî baş nabe. Bi raya min, ku bang li ENKSyê hatibe kirin ji bo mafê Kurdî, ji bo beşdarbûna di proseya siyasî de, ji bo beşdarbûna di parlamenê de, di hikûmetê de, divê wefdeke Kurdî hevbeş be. Rexneyeke min jî li ser MSD û HSDyê heye ku wilo bi tenê diçin û ew jî wisa dibe ku ENKS jî bi tenê here. Bi raya min HSD û MSD... ez dixwazim tiştekî li vir bêjim.Ez dibêjim ew dem hatiyê êdî merciyeke Kurdî çêbibe. Yan em û MSD HSD tevlî hev bibin yan ew rewşe nû çêbikin ku ew giş têkevin yek qewareyê.

Rûdaw: ENKS amade ye tevlî MSDyê bibe?

Dr. Kawa Ezîzî: Divê amade be. Di li ber derfeteke niştimanî yî ku her sedsalekê carekê tê. Eve şerê cîhanê yê sêyem e. nabe ku Kurd ti firsetê ji destê xwe berde. Li Şamê ew Suneyên tundrew sune giş bi hev re piştgiriya Ehmed Şer dikin. Emê çima piştgiriya hev nekin? Wext hatiye êdî bi rastî jî, ew pirsgirêkên îdeolojîk, ew nakokiyên nav me, ew xeta sor a ku me daniye, em wan hilînin. Barên giran li ser milê HSD û MSDê ye.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Dr. Mecîd Heqî: 500 gavên ber bi ronahiyê
Wendy Green: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin
Şeybanî û şandeyeke Îsraîlê li Parîsê civiyan
ÎYÎ Partiyê piştgirî neda pêvajoyê: Rêxistinên Mêrdînê îstifa kir
Şaxewan Ebdulah planek li ser Kerkûkê eşkere kir: Ev karesat e