Karîkaturîstê Îtalî bavê Kurd û telîsê hestiyan xêz kir

.

Karîkaturîstê navdar ê Îtalî Gianluca Costantini karîkaturek li ser hestiyên Hakan Arslan ê ku di sala 2015an de li Sûra Amedê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest da, di telîsekî de radestî bavê wî kiribûn, xêz kir.

Costantini karîkaturê xwe li ser medyaya civakî parve kir û got “Dadgeheke parêzgeha Amedê ya li başûrê rojhilatê Tirkiyê, hestiyên Hakan Arslan ê ku di operasyoneke leşkerî de li bajêr jiyana xwe ji dest dabû, piştî nêzîkî 7 salan di kîsekî plastîk de bi awayekî bê merasîm radestî malbata wî kirin.”

Di Mijdara 2021an de hestiyên ku ji sedî 95 ê Hakan Arslan e ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê şandibûn Edliyeya Amedê.

Hestiyên Arslan ên ku roja Pêncşemê gihiştin Edliyeya Amedê, ji wê rojê ve li odeya dozgerê ku bi dosyayê re mijûl dibe dihat ragirtin, di telîsekî de radestî bavê wî hat kirin.

Li ser agahdarkirinê bavê Hakan Aslan, Alî Riza Aslan ji Erzeromê hat Amedê û çû Edliyeya Amedê.

Hestiyên Hakan Aslan di telîs de radestî bavê wî hat kirin. Alî Riza Aslan piştî ku hestiyên kurê xwe wergirt, ji bo defnkirinê ber bi Erzeromê ve bi rê ketibû.

Cenazeyê Hakan Arslan li bajarê wî Erzeromê bi axê ve hat spartin.

Kurdistan Haberleri

Newroz îsal zû hat Danîmarka yê
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin