Karên siyasî li Heşda Şeibî tê qedexekirin û êdî nikare operasyonan bike

.

Hate ragihandin ku li gorî projeyasaya li Parlamentoya Iraqê îro Duşemê 24ê Adarê hate xwendin, karên siyasî ji bo Heşdî Şebî têne qedexekirin û êdî bi serê xwe wê nikaribe operasyonên leşkerî pêk bîne.

Li gorî projeyasaya li Parlamentoyê hatiye xwendin, navê projeyasayê berê "Xizmet û Malnişîniya Mucahidînê Heşdî Şebiyê" bû lê niha bûye "Yasaya Dezgeha Heşdî Şebiye.”

Proje ji 18 xalan pêk tê, piştî ku projeyasaya berê hatiye vekişandin, di civîna 25ê Sibata 2025an a Encûmena Wezîran a Iraqê de hatiye erêkirin.

Di projeyasayê de Heşdî Şebî wekî beşek ji hêzên çekdar ên Iraqê hatiye pênasekirin û bi fermanderê giştî yê hêzên çekdar ve hatiye girêdan.

Hêjayî gotinê ye, piştî zextên Amerîkayê ew projeyasa hatiye guhertin ku tê xwestin hemû milîsên li Iraqê çekan deynîn yan jî bi fermî bibin parçeyek ji artêşa Iraqê.

Di projeyasayê de hatiye diyarkirin ku nabe karmendên Dezgeha Heşdî Şebiyê bi ser ti partî yan jî rêxistinên siyasî ve bin, nabe beşdarî ti çalakiyên partiyan û siyasî bibin.

Hesabên darayî yên Dezgeha Heşdî Şebiyê dê ji aliyê Dîwana Çavdêriya Darayî ve bên kontrolkirin.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK