Kar tê kirin ku tovê xwezayî ji nav neçe

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hewl tê dayîn ku tovên genim ên xwemalî bêne çandin û bi vî awayî jî hem bibe alternatîfa tovên bazarê û hem jî tendirûstiya mirov pê biparêzin.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hewl tê dayîn ku tovên genim ên xwemalî bêne çandin û bi vî awayî jî hem bibe alternatîfa tovên bazarê û hem jî tendirûstiya mirov pê biparêzin.

 

Li parêzgeha Dêrsimê bi rêya projeyekê kar bo w ê yekê tê kirin daku tovê xwezayî yê xwemalî jinav neçe û sê sal berî niha Rêxistina Destpêşxeriya "Anka Dêrsim" gund bi gund geriya û tovên kevin komkirin.

 

Bi vê projeyê, ji bo 250 donimên zevî, tovên xwemalî hatine komkirin û xelkê navçeyê jî bi germî pêşwaziyê li vê destpêşxeriyê dike.

 

Piştre ew tov li cotyarên navenda Dêrsim û bajarokên din hat belavkirin û wan jî di nav zeviyên xwe de çandin.

 

Destpêşxeriya Anka Dêrsim ku bo parastina tovê xwezayî yê xwemalî yê Dêrsimê destpê kiriye, ji aliyê welatiyên navçeyê ve pêşwaziyeke germ lê tê kirin.

 

Ev destpêşxerî xelkê navçeyê pal dide ku zêdetir girîngiyê bi çandina zeviyên xwe bidin. Heta niha ji aliyê wê destpêşxeriyê ve li bajarokên Pêrtag, Mazgîrd, Pulur û Plumûr ên ser bi parêzgeha Dêrsimê genimê 250 donim zevî hatiye komkirin.

Siyaset Haberleri

Xalid Ezîzî: Di Rêkeftina Amerîka û Îranê de xelk Nehatiye Berçavgirtin
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, digel Partiya Demokrat-Mesîhî ya Alman
Îranê li Îraqê hucreyên nû yên veşartî ava kirin
Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê: Peymana Îran û Amerîkayê tê gotûbêjkirin
Polîsan ji ber nivîsa bi Kurdî dest danî ser çenteyê rojnamegerekê