Kar li ser dosyeya dadwerî ya komkujiya Cindirêsê hatiye destpêkirin

.

 Kar li ser dosyeya dadwerî ya her çar qurbaniyên komkujiya Cindirêsê de hatiye destpêkirin û dadwerê leşkerî yê Cindirêsê serdana mala qurbaniyan kiriye û îfadeyên kesûkarên wan wergirtine.

Li gor zanyariyên taybet ku ji Efrînê bidest Rûdawê ketine, kar di dosyeya dadwerî ya her çar qurbaniyên komkujiya Cindirêsê de hatiye destpêkirin. Li gorî heman zanyariyan, şeva Duşemê, 27ê Adara 2023yan, dadwerê leşkerî yê Cindirêsê serdana mala qurbaniyan kiriye û îfadeyên kesûkarên wan wergirtine.

Kesûkarên qurbaniyan ditirsin ku îfadeyên wan ên rasteqîne bêne hilanîn û îfadeyên sexte li ser kaxezên sipî yên bi zebr û zorê hatine îmzekirin bêne danîn.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efîrîn – Sûriye Ibrahîm Şêxo dibêje, bi mana grûpên çekdar li Efrînê, tawan û binpêkarî dê li wê herêmê berdewam bin.

Li gorî heman zanyariyan, ku ji kesûkarên qurbaniyan gihiştine Rûdawê, şeva Duşemê 27ê Adara 2023yan, dadwerê leşkerî yê Cindirêsê serdana mala qurbaniyan kiriye û îfadeyên kesûkarên wan wergirtine, hevdem Polîsên Leşkerî û çekdaran kesûkarên qurbaniyan neçar kirine li ser kaxezên spî îmze bikin.

Kesûkarên qurbaniyan û Kurdên Efrînê dibêjin baweriya wan bi dadgeh û komîteyên ser bi Îtîlafa Opozisyonê û Hikûmeta Demkî nayê.

Kesûkarên qurbaniyan ditirsin ku îfadeyên wan ên rasteqîne bêne hilanîn û îfadeyên sexte li ser kaxezên spî yên bi zebr û zorê hatine îmzekirin bêne danîn.

Malbata qurbaniyan banga xwe digihîne aliyên pêwendîdar û deste û rêxistinên navdewletî û mafnas, da guşarê li ser aliyê dadgehê bikin ji bo naveroka rasteqîne ya wan neguherin û îfadeyên sexte nexin şûna îfadeyên wan ên rasteqîne, ku tê de grûpên çekdar tometbar û tawanbar dikin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’