Kampa Holê.. 4 keç û jinên bi zincîreyan kelepçekirî hatin azadkirin

.

Li Kampa Holê 4 keç û jinan bi zincîreyên hesinî kelepçekirî kiribûn hatin azadkirin.

Di çarçoveya operasyona duyemîn a hêzên asayiş û HSDê li Kampa Holê de, YPJê vîdyoyeke azadkirina 4 keç û jinan belav kir ku bi zincîreyên hesinî kelepçekirî kiribûn û nîşaneyên eşkenceyê li ser wan hebûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ji roja 25ê Tebaxa 2022an ve bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) qonaxa duyemîn a operasyona “Mirovahî û Ewlekarî” li hundirê kampa Holê daye destpêkirin.

Di çarçova vê operasyonê de, Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) duhî vîdyoyek belav kir û tê de 4 keç û jinên bi zincîreyên hesinî kelepçekirî kiribûn azad kirin.

Hat destnîşankirin ku ew her 4 jin rastî eşkenceyên tund hatine û derbarê awayê girtina wan û desteserkirina kesên ku ev tawan kirine de, lêpirsîn hat destpêkirin.

Roja Pêncşema Pêncşema borî jî, YPJê li kampa Holê karîn keçeke Êzîdî ya bi navê Wefa Abbas ji destê DAIŞê rizgar bikin.

Ev operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî wê tê, ji destpêka îsal ve 44 kes li kampa Holê hatine kuştin, di nava wan de 14 jin û 2 zarok hebûn.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye û wek metirsîtirîn kampa li cîhanê tê binavkirin.

Li gor amaran, 54 hezar û 390 kes li kampa Holê bi cih dibin, ji wan 27 hezar û 816 kes Iraqî û 18 hezar û 483 Sûrî û 8 hezar û 91 malbatên DAIŞê yên biyanî ne.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Konê Reş: Xewna Mîr Celadet li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye
Ramî Ebdirehman: DAIŞ derbaz bûye nav Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê
Sefîn Dizeyî: Destpêka 2026ê Korbenda Aborî ya Herêma Kurdistanê bi Amerîka û Brîtanyayê re tê lidarxistin
Baba Şêx bi peyamekê Cejna Êzî pîroz kir
Şandeya Cihûyan li Sûriyeyê ye: Li pey şopa bav û kalan in