Kampa Haris radestî Wezareta Pêşmerge hat kirin

.

Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê ragihand; Kampa Haris a ji bo rahênan û perwerde û tamîrkirina amûran, radestî wezaretê hatiye kirin.

Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê ragihand; Kampa Haris a ji bo rahênan û perwerde û tamîrkirina amûran, radestî wezaretê hatiye kirin.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir ku bi amadebûna Nûnerê Wezîrê Pêşmerge û Cîgirê Serokerkan bo Rahênan û Operasyonan Qareman Kemal û Cîgirê Serokerkan bo Îdareyê Hoşmend Reşîd û Berpirsê Hemahengiya Ewlehî yê li Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê Colonel Douglas, Kampa Haris a rahênan û tamîrkirina amûran, radestî Wezareta Pêşmerge hate kirin.

Herwiha diyar kir ku di merasîmê de Rêveberê Rêveberiya Gihandinê yê li Wezareta Pêşmerge li ser girîngiya Kampa Haris ji bo rahênan û tamîrkirina amûran axivî û bal kişand ser wê yekê ku vekirina kampên bi vê cûreyê gelek girîng e û spasiya wan aliyan jî kir, ku di warê gihandin û warên din de alîkarî û piştevaniya Wezareta Pêşmerge kirine.

K24

Dema vekirina Kampa Haris



Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle