Kamîran Haco: Serdana Pederson a Şamê ti guhertinê çê nake

.

Endamê Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê Kamîran Haco ragihand ku ew bawer nake serdana Geir Pedersen ji bo Şamê tu pêşkeftinê bi xwe re bîne.

Şanderê Taybet ê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen seredana Şamê kir û ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad kar û barên komîteya nivîsandina destûrê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de, egera diyarkirina dema gera heftemîn a civîna komîteya destûrî gotûbêj kirin.

Ji bilê Miqdad, Pedersen dê ligel serokê şandeya hikûmeta Sûriyê Ehmed Kizberî jî bicive.

Endamê Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê Kamîran Haco, ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku niha Rûsya mijûlî kirîza Ukrayna ye lewama ew bawer nake ev serdana tu pêşkeftinê bidest bixe.

Haco got jî ku rejîma Sûriyê jî ne amade derî li pêş tu pêşketinê veke û got: “Serdana Pederson a Şamê ti guhertinê çê nake”

Di daxuyaniyên herî dawî de, şanderê Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku hemû aliyan jê re tekez kirine ku qonaxa şer li Sûriyê bidawî hatiye.

Pedersen her weha gotibû, tu nakokiyên stratejîk di navbera Rûsya û Amerîka de li Sûriyê tune ne.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan