Kahtalî Miçê: Di erdhejê de min nêzî 100 xizmên xwe winda kirin

.

Erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 ên navenda wê li Pazarcix û Elbîstana Mereşê bûn, li 10 parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bû sedema wêraniyeke mezin û bi hezaran kesan canê xwe ji dest dan.

Li herêma karesatê ku tîmên xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin ji bo 3 mehan rewşa awarte hat ragihand. Semsûr jî yek ji parêzgehan e ku herî zêde ji erdhejê zirar dîtiye.

Stranbêj Mustafa Aslan ku bi navê Kahtalî Miçê tê nasîn, li bajarê xwe yê Semsûrê di mala xwe ya du qatî de rastî erdhejê hat. Kahtalî Miçê ku 70 salî ye, ji rojnameya Postayê re axivî û got: “Min got qey wan bombe avêtin. Ji tiştên me dîtine, em şaş man.”

Her wiha stranbêj Kahtalî Miçê got:“Kevir li ser kevir nema. Em birevin cem kê, mala wan xera bûye. Em li kê dinêrin, me winda kiriye. Malbata min li navenda Semsûrê bû. Min nêzî 100 xizmên xwe winda kirin. Xalên min, zarokên xaltiya min, xaltîkên min, zarokên xaltiya min, neviyên xaltiya min, mamên min. Min dost û hevalên xwe winda kirin. Di her malekê de 5-10 mirî hene. Ez ne kêfxweş im ku bijîm.”
 

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt