Kafeyê xizmet tenê bi Kurdî dida: Polîsan bi ser de girt!

.

Li Ameda Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser kafeya ku hemû xizmetên xwe bi Kurî didan de girt û xwediyê kafeyê Ramazan Şîmşek desteser kir.

Pîne Kafeyê ji bo balê bikişîne ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî û rêlibergirtina qelsbûna Kurdî hemû xizmetên xwe tenê bi Kurdî didan.

Ev pêngava xwediyê kafeyê di raya giştî de bi awayekî erênî hatibû pêşwazîkirin û gelek kesan piştgirî dabûyê lê gelek kesan jî êrişî wî kiribû û ew wekî hedefê nîşan dabû.

Polîsan piştî hedefnîşandana Ramazan Şîmşek îro berê sibehê bi ser Pîne Kafeyê de girt.

Polîs li nava kafeyê geriyan Ramazan Şîmşekê xwediyê kafeyê desteser kir.

Li hêla din, hat zanîn ku polîsan ji ber îxbaran bi ser kafeyeê de girtiye.

Ramazan Şîmşek 15ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî ragihandibû ku êdî dê hemû xizmetên wan bi Kurdî bin.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin