Kabîneya Hikûmeta Kurdistanê li ser çend mijaran dicive

.

Hat ragihandîn ku îro Yekşemê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna xwe ya asayî pêk tîne.

Hat diyarkirin ku wê di civînê de, ji aliyê Serokwezîr Barzanî ve kurteyek derbarê beşdariya Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê de, were pêşkeş kirin.

Li gorî bernameya civîna Encûmena Wezîran, wê di civînê de Reşnivîsa dawî ya Tîma Çavdêriya Darayî ya Hevbeş a Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal jî were gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de, raportek derbarê rewşa sektora geştûguzarê li Herêma Kurdistanê de tê pêşkeşkirin û Reşnivîsa projeyasaya (yekem sererastkirina yasaya parastin û çakkirina jîngehê li Herêma Kurdistanê - Iraqê) tê gotûbêjkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle