Josep Borrell: Sûriyê ti gav ber bi çareseriyê ve ne avêtin

.

Yekîtiya Ewropa naxwaze ligel Komkara Erebî bicive, ji ber ku welatên Komkara Erebî pêwendiyên xwe bi Sûriyê re baş kirine. Berprisê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell jî dibêje Sûriyê ti gav ber bi çareseriyê ve ne avêtine.

Berprisê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell got wan civîna Ewropî - Erebî li paş xistin ku biryar bû vê heftiyê çêbiba. 

Josep Borrell li Misrê di konferanseke rojnamevanî de li gel Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxêt ragihand, Komkara Erebî hevbeşeke girîng ê Yekîtiya Ewropa ye û di çend salên borî de wan bi hev re li ser gelek mijarên girîng weke mafên mirovan û terorê kar kirine.

Borrell herwiha diyar kir, ew rê li vegera Şamê ji bo Komkara Erebî digirin, lê di nerîna wan de, Şamê ti gav ber bi çareseriyê ve neavêtiye û helwêsta Yekîtiya Ewropayê nayê guhertin heta ku Şam biryarên Neteweyên Yekbûyî û bi tayebtî ya 2254 cîbicî neke.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle