Johnson bo Nêçîrvan Barzanî: Em piştevanên daxwaza te ne

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, nameyek ji Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson wergirt ku tê de piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê tekez dike.

Di bersiva nameyeke Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson wek spasdarî gotiye: “Xweşhal bûm ku Îlona derbasbûyî li Londonê min mêhvandariya we kir, piştî wê ku sala 2015 min serdana Hewlêrê kiribû. Brîtanya hevbeşiya me gelek bilind dinirxîne û pêgirê aramî û asayîşa demdirêj ya Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê dimîne.”

Serokwezîr Johnson ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî gotiye: “Hevdîtina me derfeteke girîng bû ji bo kûrkirina pêwendiya me ya nêzîk û guftûgokirina wan hevkariyên gelek girîng ên li dijî DAIŞê, herwiha ji bo danûstandina bîr û ramanên di derbarê pirsên navçeyê de.”

Di beşeke din a nameyê de Johson dibêje: “Bi bihîstina baştirbûna pêwendiyên we yên li gel Hikûmeta Federal gelek xweşhal bûm. Herwiha Brîtanya piştgîriyê li xwesteka we ya birêz ya ji bo çaksaziya li rêzên Pêşmerge de dike.”

Kurdistan Haberleri

Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan
PWK Ewropa: Em êrîşa ser Mîrê Rûhanî yê Êzîdîyan Mîr Hazim Tahsîn Beg bi dijwarî şermezar dikin
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (326)
Gundî li hemberî DEDAŞê rabûn ser pêyan: Rêya Amed û Mêrdînê hat girtin