Johns Hopkins: Vîrusa Korona li cîhanê 3,2 mîlyon Kes kuştiye

.

Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 156 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopknisê li seranserê cîhanê 156,326,016 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 32,6 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 21,4 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 15 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê heta niha 3,260,983 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 580,804 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 416,949 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê heta niha 102,589 kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.

/voa/

Asya Haberleri

Hûsiyan bi mûşekan êrişî keştiya petrolê ya Brîtanyayê kir
Li Îtalyayê belema koçberan noqî avê bûye: 41 kes mirine
Asya diheje.. Erdhej li Çîn, Endonezya û Afxanîstanê rû dan
UNICEF: Di 2023yan de 289 zarok di Derya Spî de xeniqîn
Li Pakistanê di nav mizgeftekê de teqîn: Herîm kêm 17 kuştî û 90 birîndar hene