John Kirby: Operasyona Tirkiyê dê şerê Hevpeymaniya dijî DAIŞê bixe metirsiyê

.

Berdevkê Encûmena Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby di civîneke çapemeniyê de li Koşka Spî bersiva pirsyara rojnamevanekî ya li ser gefên Tirkiyê de bo pêkanîna operasyoneke leşkerî li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser da. John Kirby got, "Operasyona Tirkiyê dê şerê Hevpeymaniya dijî DAIŞê bixe metirsiyê."

Kirby got, her êrîşeke Tirkiyê bo ser wan navçeyan dê zerarê bigihîne xelkê sivîl, her wiha bandorê li şerê wan ê dijî DAIŞê bike.

Demek e Tirkiye gefan li Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) dixwe û dibêje ew dê êrîşî navçeyên Til Rifet û Minbicê bikin ku di jêr deshilata Rêveberiya Xweser de ne.

Ji 2016an ve Tirkiyê 3 operasyonên leşkerî li Sûriyê kirine, bi hevkariya grûpên opozisyona Sûriyê yên ser bi wê, du ji wan bo ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê bûn û di wan operasyonan de bajarên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kirin.

Berdevkê Encûmena Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby anî ziman, “Em derbarê gefên Tirkiyê de gelekî nîgeran in bo pêkanîna operasyoneke leşkerî li Bakurê Sûriyê, em bawer in ku operasyoneke wiha dê aramiyê têk bide û jiyana xelkê sivîl li wir bixe metirsiyê, her wiha gelekî zelal dibêjim ku şerê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê jî dixe metirsiyê.”

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt