John Kerby: Eger Îran êrîş bike, em ê Îsraîlê biparêzin

.

Berdevkê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê radigehîne ku eger Îran êrîş bike, ewê berevaniyê li Îsraîlê bikin û her ji ber wê jî hêzekî zede şandine wê navçeyê.

Berdevkê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Kerby îro 27.08.2024, di daxuyaniyekî de amaje bi wê daye ku eger Îran êrîş bike, ewê pêbendbin di berevanîkirina li Îsraîlê de.

Herwaha tekezî li wê kiriye ku di egera êrîşa Îranê de, ew amadene û her ji ber wê jî hêzeke zêde şandine navçeyê.

Kerby ragehand ku wan nameyek ji bo Îranê şandiye ku pêwîstî bi wê nake bibe sedem ta ku alozî zêdetir bin, herwaha bibe sedema şerekî herêmî û dibêje, “Me ji Îranê re gotiye ku wî karî neke.”

Piştî kuştina Îsmaîl Heniye Serokê Polîtburoya Hemasê, li paytexta Îran Tehranê a di 31ê Tîrmeha 2024’an, Îranê biryar daye ku tola xwîna Heniye bigre û çapemenî amaje bi wê dikin ku nêzîkî mehekî li ser wê bûyerê û soza Îranê re derbas dibe.

Kurdistan Haberleri

Leşker û xwendekarên Sûrî li Tirkiyeyê perwerdeyê dibînin
Hemwelatiyên Sûriyê li dijî Iraqê xwepêşandan kirin
Wezîrê Derve yê Almanyayê serdana Sûriyeyê dike
Hevdîtina du hêzên qerase: Donald Trump û Xi Jinping çi peyam dan?
HSDyê li ser kuştina leşkerên Sûriyeyê daxuyanî da