Joe Biden li ser pêngavên ku Îran davêje, axifî

.

Îranê piştî kuştina Muhsîn Fexrîzade ku serpereştê bernameya nukleerî ya Îranê bû, biryara lezdana bernama nukleerî da û di ser de biryara dewlemendkirina ûranyûmê %20 da. Li ser pêşdeçûnên li Îranê, serokê dahatû yê Amerîkayê Joe Biden, bi rêya telefonê bi New York Times ê re hevpeyvînekî kir. Biden got:

“ Binêrin, li ser fuzeyên hesas û tiştên ku aramiya herêmê xerab dikin, zêde tê axaftin. Bo li herêmê îstîqrar çêbibe rêya herî baş ew e mirov bi bernama nükleeri re eleqedar bibe. Eger Îran bombeya nukleerî bidest bixe, wê li ser Tirkiyê, Siûdiyê, Misrê û yên din zorê deyne. Em ê bi hevkarên xwe, ortaxên xwe re bişêwirin, xwe bidin ser bernama nukleerî ya Îranê, dorpêçên wan zêde bikin û bo wextê bidestxin dirêj bikin, bi muzakere û peymanan eleqedar bibin.”

Îran îro bi lezdana bernama nukleerî û dewlemendkirina ûranyûmê qanûn derxist.

Amerîka Haberleri

Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene
Trump karekî nû da Tom Barrack