Joe Biden: Divê li cîhanê her kes bigihin mafên xwe

.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, cîhan di qonaxeke nû de ye, loma saziya Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Asayîşa Navdewletî pêwîstiya wan bi reform û nûbûnê heye.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, cîhan di qonaxeke nû de ye, loma saziya Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Asayîşa Navdewletî pêwîstiya wan bi reform û nûbûnê heye, herwiha dibêje, di vê sedsalê de divê her kes bigihin mafên xwe û sîstema navdewletî jî divê deng û neteweyên nû li xwe bigre.

Îro Sêşemê 19ê Îlona 2023an, Serokê Amerîkayê Joe Biden di 78emîn Civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de li New Yorkê ragihand, piştî pênc salan ji şerê navbera Amerîka û Viyetnamê, ku cihê pirsyarê ye ew hemû şer û ceng û rijandina xwînê ji bo çi? Biryar dane ku dest bi aştiyê bigrin û pêngavên mezin ji bo alîkariya aştiyê biavêjin.

Serokê Amerîkayê destnîşan kir, pêwîstiya dîrokê bi serkirdeyên dîktator tune ye, pêwîstî bi serkirdeyên zîrek û bi moral heye. Joe Biden diyar kir, dibe ku dijminatî û neyartî hebe, lê belê dibe hevbeşî jî di vê navberê de hebe, bi wê wateyê ku dikarin astengî werin çareserkirin û birînên şer û ceng werin cebirandin.

Biden diyar kir ku di vê serdemê de pêwîstiya hemû cîhanê bi hev heye, ji bo vê mebestê jî divê her kes xwe ji şer û aloziyê dûr bixin, da ku zarok rûbirûyî birçîtî û êş û janê nebin.

Serokê Amerîkayê tekezî li ser wê yekê kir ku di sedsala bîst û yekem de divê her kes li cîhanê bigihin mafên xwe û got, sîstema navdewletî jî divê deng û neteweyên nû li xwe bigre.

Amerîka Haberleri

Li Kanadayê otomobîlekê xwe da nav festîvalê: Gelek mirî û birîndar hene
Trump telefon, komputer û çîpan ji nav lîsta baca gumrikê derxist
Konsulê Ermenistanê: Herêma Kurdistanê nasnameya Ermeniyan û çanda wan parastin
Mark Carney sond xwar û bû serokwezîrê Kanadayê
Li Sûriyê goreke din a komî hate dîtin: 50 term tê de ne