Joe Bİden bi pêwendiyeke telefonî bi Putin re axifî

.

 Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi pêwendiyeke telefonî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axifî.

Li gor daxuyaniya Koşka Spî, di pêwendiya telefonî de her du serokên Amerîka û Rûsyayê behsa çend dosyeyên herêmî û navdewletî kirine û li ser stratejiya seqamgiriyê axifîne.

Herwiha hat destnîşankirin, Joe Biden nîgeraniya Amerîkayê li ser aloziyên serbazî yên Rûsyayê yên li ser sînorê Ukraynayê nîşan daye û pêşniyar kiriye, civîneke lûtkeya sêalî di çend mehên bê de were kirin ji bo gotûbêjkirina hemû dosyeyên di navbera Amerîka û Rûsyayê de hene.
 

Amerîka Haberleri

CENTCOM: Me 5 keştiyên petrolê yên Îranê teqandin
Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye