Jinên Îran û Tirkiyê ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Eminî li ber Balyozxaneya Îranê civiyan

.

Gelek jinên welatiyên Îran û Tirkiyê ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Eminî, li ber Balyozxaneya Îranê ya li Stenbolê civiyan û dirûşmeyên têkçûna rejîma Komara Îslamî ya Îranê gotin.

Li gor zanyariyan, aktîvîsta Nasîbe Shamsaei Îranî bi meqesa destê xwe li ber Balyozxaneya Îranê ya li Stenbolê porê xwe jê dike û di şexsa Jîna Emînî ya keça Kurd de ku li Tahranê bi hinceta beşek porê wê xuya dikir ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û kuştin, balê dikşîne ser zextên keç û jinên li welatê xwe û bangeke wiha dike: “Eger ev porên me ji bo azadiya me bibin asteng em ê jê bikin.”

Nasibe Shamsaei eşkere kiriye: “Ji ber kuştina Mehsa (Jîna) Emînî xelk li Îranê dengê xwe bilind kirin û li hember hêzên tarî berevaniyê dikin û tola xwîna Mehsayan ji Komara Îslamî ya Dîktator hildidin. Çawa Mehsa Emînî ji ber derketina porê wê hat kuştin, keçên me li Îranê ji ber porê xwe têne zindanîkirin, li Îranê hevalên min 12 sal têne zindanîkirin. 40 sal in zilm li keç û jinên Îranî tên kirin, êdî bes e.”

Herwiha hat ragihandin ku gelek jinên ji Îran û Tirkiyê ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Eminî ya ji Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmeyên Kurdî, Tirkî, Farisî yên li ser dijî rejîma Îranê li ber Balyozxaneya Îranê ya li Stenbolê civiyan û banga azadiyê kirin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt