Jineke Kurd bi 4 zarokên xwe re li Tirkiyê hate girtin û li Sûriyê di zindanê de ne

.

 Li Tirkiyê jineke Kurd ku xelka Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li gel 4 zarokên xwe hatine girtin û ji bo zindaneke Sûriyê hatine şandin.

Îdrîs Mûrad, welatiyê kurd ku xelkê gundê Çeqmaqa ye ji Rûdawê re got, hevjîna wî Dicle Bekir û 4 zarokî wî li Tirkiyê hatine girtin, lê niha li Îzazê li bakurê Sûriyê di zindanê de ne.

Îdrîs Mûsa ku niha li Awustiryayê penaber e, ji Rûdawê behsa girtina hevjîna xwe û her çar zarokên xwe kir.

Mûsa da zanîn kuhevjîn û zarokên wî li navçeya Esenyurt a Stenbolê tê girtin û ew dibin Sûriyê û bi rêya telefonê yekî Tirk bi rêya tercuman jê re gotiye eger bixwaze ku zarokên wî bên berdan divê ku bi wan kesên ku hevjîn û zarokên wê revandin re kar bike.

Herwiha Mûsa ragihand ku wî ev daxwaza wan red kiriye û aliyê din jî rê re gotine “ew daxwaza me ye tu dixwazî zarokên te bên berdan divê tu bi me re kar bikî alîkariyê bikî.”

Îdrîs Mûsa ji bo ku hevjîn û zarokên wî bên berdan bang li rêxistinên mafên mirovan kir.

Kurdistan Haberleri

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Roja bavan pîroz be
Girtiya Kurd Kejal Rehmanî 2 hefte ne di grevê de ye: Rewşa wê xirab e
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî 210 efser mezûn dibin
Bi dronê êrîş li mala Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî hate kirin
Elî Seîd: Zêdetir ji 850 hezar koçber û aware li Herêma Kurdistanê dijîn