Jinekê ji ber îşkenceyê di girtîgehê de xwe kuşt

.

 Hevserokê Komaleya Mafê Mirov a Tirkiyê Ozturk Turkdogan ragihand ku jineke bi navê Garîbe Gezer di girtîgehê de ji ber tûndûtîjî û îşkenceya ku li dijî  hatiye kirin, xwe kuştiye.

Hevserokê Komaleya Mafên Mirov a Tirkiyê Ozturk Turkdogan  beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê binpêkirinên mafê mirov ên li Tirkiyê de axivî.

Ozturk amaje bi wê yekê da ku di van salên dawî de binpêkariyên mafê mirov li Tirkiyê zêde bûne û got: “Mixabin ew siyaseta ku dewleta Tirkiyê encam dide, rengvedanê li ser hêzên emnî dike û ew jî li dijî mafên mirov binpêkariyan dikin. Di salên 2013 û 2014ê û salên din de bi rastî rewş ji niha baştir bû, lê piştî 2015an rewş dijwartir bû.”

Hevserokê Komaleya Mafên Mirov di heman demê de amaje bi wê yekê da ku niha li Tirkiyê beşeke zêde ya parêzer, çalakvan û rojnamevan di girtîgehan de hene û tekez kir di girtîgehan de  guvaşeke zêde li ser girtiyan tê kirin û got: “Mixabin her îro jineke çalakvan a bi navê Garibe Gezer di encama wê tûndûtîjî û îşkenceya ku li bermaber wê hatiye kirin de, li nav girtîgehê xwe kuşt.”

Ev gotinên Hevserokê Komaleya Mafên Mirov di demekê de ne ku her îro wê komaleyê di raporeke xwe ya derbarê binpêkariyên li dijî mafên mirov ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de ragihand, ku di  11 mehên îsal de 915 kesan ji ber îşkence û tevgera xirab a li dijî wan  gilî tomar kirine.

Kurdistan Haberleri

Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye