Jineke Almanî ya endama DAIŞê tê dadgehîkirin

.

Jineke 44 salî ya Alman ku di sala 2014ê de li Sûriyê tevlî DAIŞê bûye, îro tê dadgehkirin.

Stephani ya 44 salî ku bi eslê xwe Alman e di sala 2014ê de tevî kurê xwe yê salî diçe nava DAIŞê li Sûriyê. 

Piştî nemana DAIŞê li kampa Holê hat girin û piştre sala 2021 ew birin Almanya, sibe yekem rûniştina dadgehkirinê ya Stefanî birêve diçe.

Ji aliyê din ve 13 mehê jî  dadgeheke bajarê Koblenz yê Almanya biryarê li ser dosyeya Enwer Reslan, efserê berê yê îstixbarata Sûriyê dide ku bi encamdana tawanên li dijî mirovahiyê tê tohmetbarkirin.  

Dadgeh daxwaza cezayê heta hetayî bo Enwer Raslan dike. 

Sibata 2021ê jî dadgeha Almanya efserê îstixbarata Sûriyê Eyad Xerîb xistibû zindanê.

Herwiha biryar e 19ê vê mehê doktorekî Sûrî bi tohmeta eşkencekirin û kuştin û tawanên li dijî mirovahiyê li Frankfurtê bê dadgehkirin.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî