Jineke Alman ji ber di komkujiya Kurdên Êzidî de bûye alîkar 9 sal ceza lê hat birîn

.

Jineke Alman ji ber di komkujiya Kurdên Êzidî de ji çekdarên DAIŞê re bûye alîkar, bi taybetî li dijî keç û jinên Kurdên Êzidî,  9 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Dadgehek li bajarê Koblenz ku dikeve li rojavayê Almanyayê,  jineke Almanî ya bi navê Nadîn K. ya 37 salî bi tawana kolekirina jineke Êzîdî û tawanên dijî mirovatîyê û di nav de endametîya rêxistina teroristî ya biyanî, cezayê zîndanê lê birî. 

Nadîn K. di sala 2014 heya 2019 li Sûriyê peywendî bi DAIŞê kiriye û piştra ligel hevjînê xwe çûye Iraqê û li Mûsilê bicih dibe,  piştre cardin vegeriyabû Sûriyê, di sala 2016 keçeke Êzidî ya 22 salî weke kole di nava mala xwe de desteser dike, berdewam çavdêriya wê dikir ji bo ku nereve, û ew keç neçar kiribû ku karên wan ên malê bike û bibe musilman.

Li gor dadgeha Koblenz hevjînê Nadîn ku çekdarê DAIŞê bû, hin caran destdirêjî kiriye ser wê keçe Êzidî.

Sala 2019  Nadîn li Sûriyê hat girtin û keça Êzidî hat azadkirin, sala derbasbûy jî dema ji bo welatê xwe hat vegernadin, hatibû desteserkirin.

Parlamentoya Almanyayê destpêka komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kiribû.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin