Jin dixwazin mafên jinan li gor peymanên navdewletî bên dabînkirin

.

Jinên endamê Sendîqayên ser bi Konfederasyona Sendîqayên Kedkar û Karmendan KESKê ve ne, bi daxuyaniyekê nerazîbûnên xwe ji bo polîtîqayên ku mafên jinan naparêzin û wan li hember metirsiyan bê mecal dihêlin ragihandin û daxwazên xwe yên ji hevpeymaniyên giştî yên ku bên kirin, diyar kirin.

Li ser navê beşdaran Berdevka Serdemê ya KESK a Diyarbekirê Guneş Ozel daxuyand ku ew bidestxistina mafên jinan di rêxitinbûna bi sendîqayan re dibînin û dixwazin îsal daxwazên wan bên pejirandin û dabînkirin.

Berdevka KESKê daxwazên jinan bi 19 xalan ragihand û bang û daxwaz kir ku daxwazên jinan bê bersiv nemînin.

Hin ji wan daxwazên ku hatine kirin ev in: Divê mafên keda jinê, bi awayekî parçekirî na, lê bi awayekî berdewam bên dayîn, divê dawî li polîtîqayên ku nîvên şevande tên ragihandin û bi Rewşên Awarte û KHK’yan kedkar û karmendan ji karên wan dûrdixin bê anîn û hemû yên hatine îxraçkirin, bi dabînkirina mafên xwe ve vegerin ser karên xwe.  Divê jin li gor standartên Peyamana ÎLO’yê bikarin ji mafên xwe sûdê werbigirin û serdemên ku nexweşinên wan yên taybet hene de jî, muçeyên wan neyên birîn.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin