Jimara kuştiyên ser sînorên Kirgizîstan-Tacîkîstanê giha 39 kesan

.

 Li ser sînorê Kirgizîstan û Tacîkistanê di wexta kontrola belavkirina şebeka avê de, blançoya şer û pevçûnan giha 39 kesan ku hatine kuştin.

Wezareta tenduristiyê ya Kirgizîstanê ragihand ku li devera Batkenê duhî şer derketibû di encama şer de 31 kes ji Kirgizan hatibû kuştin. Li aliyê dinê rêvebirên Kirgizan ragihandin ku ji 134 birîndaran 49 ji wan li Bişkekê di nexweşxaneyan de tên dermankirin.

Medya Kirgizan ragihand ku bi sedema şer û pevçûnan 121 kesên ku li gundê Çokruhê dijiyan, wan neqlê salona sporê ya bajarê Îsfarayê kirine.

Li gor ragihandina Tacikistanê; di şer de 8 Tacîk hatine kuştin û ji 90 kesan zêdetir kes birîndar bûne. Di encamê de 39 Kirgiz û Tacîk hatine kuştin.

Kirgizîstan bo başkirina sînorê her dû welatan ji Neteweyên Hevgirtî alîkariyê xwestiye.

Asya Haberleri

Hûsiyan bi mûşekan êrişî keştiya petrolê ya Brîtanyayê kir
Li Îtalyayê belema koçberan noqî avê bûye: 41 kes mirine
Asya diheje.. Erdhej li Çîn, Endonezya û Afxanîstanê rû dan
UNICEF: Di 2023yan de 289 zarok di Derya Spî de xeniqîn
Li Pakistanê di nav mizgeftekê de teqîn: Herîm kêm 17 kuştî û 90 birîndar hene