Ji zavayê Kurd û bavê wî re heta 23 sal û nîvan ceza hat xwestin

.

Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê, dozger ji 10 kesên ku bi hinceta di şahiyekê de çeviya bi rengên kesk û sor û zer girêdane û stranên Kurdî gotine, hatibûn girtin, ji 2 sal û nîv heta 23 sal û nîv cezaya girtîgehê daxwaz kir.

Roja 12ê Hezîrana 2022ê li Beşa Mehrê ya Şaredariya navçeya Esenyurtê ya Stenbolê merasîma mehrê ya welatiyê bi navê Mesut Karçik hat kirin.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê roja 14ê Hezîrana 2022ê bi hinceta ku kesên beşdar di merasîmê de çeviyên bi rengên kesk û sor û zer girêdane û stranên Kurdî gotine, zava Mesud Karçik û bavê wî Tahsîn Karçik jî di nav de 10 kes desteser kiribûn. Bêyî wergirtina îfadeyê biryara girtina 10 kesan hatibû dayîn û bo Girtîgeha Metrîsê hatibûn şandin.

Parêzerê malbatê Azad Rêzan Gezer ji Rûdawê re ragihand ku dozger îdianameya dozê amade kiriye û ji asta herî bilind daxwaza cezaya girtîgehê kiriye.

Rêzan Gezer got: “Dozger bi îdiaya di şahiyê de `alayên PKKê û flamayên PKKê` hatine bikar anîn derbarê zava û bavê zava û mirovekî wan de bi hinceta `endamtiya rêxistina çekdarî` ji 7 sal û nîv û heta 23 sal û nîv cezayê girtîgehê daxwaz kiriye.”

Herwiha, ji bo 7 kesên din jî ji 2 sal û nîv heta 13 sal û nîvan cezayê girtîgehê hat xwestin.

Di îdianameya dozger de tê îdiakirin ku di şahiyê de “sloganên pesna PKKê” hatine avêtin û ala û flamayên PKKê hatine bilindkirin. Yekemîn rûniştina dozê dê 15ê Îlona 2022ê bê kirin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt