Ji weşanxaneya Nayê pirtûkekî nû Doktor Jîjo

.

Weşanxaneya Nayê pirtûka zarokan a bi navê Doktor Jîjo çap kiriye û pirtûk ji bo zarokane û nivîskarê pirtûkê Siya Sîtav e.

Edebiyata zarokan a modern li ser sê esasên bingehîn ava dibe. Di edebiyata zarokan de ev hersê esas wekî mifteya pîvanên pedagojîkbûnê tên dîtin. Li gorî zarokê bûn, Perspektîfa Zarokê û Rastiya zaroktiyê.

Ev hersê têgeh tên vê wateyê ku nivîskar dema metnê diafirîne gere bi çavê zarokekî li meselê binêre û bi çavên zarokekî bibîne.

Doktor Jîjo jî li gorî van esasan; bi têgihiştin, feraset û serwextbûna zarokên 4-6 salî û li gor perspektîf û dinyaya  wan hatiye nivîsîn û  li gor esasên teknîkên hînbûn û hînkirinê hatiye amadekirin. Ji  xêzkirina wêneyan bigire heta diyarkirina qalîteya kaxizê jî li gor esasên pedagojiyê hatiye kirin.

Çîroka Doktor Jîjo li dora çûyîna doktor ava bûye. Wekî ku tê zanîn pirê zarokan naxwazin herin doktor û ji ortama nexweşxaneyan û ji doktoran ditirsin. Lê di Doktor Jîjo de; çûyîna doktor tiştekî ji rêzê ye, wekî ku tiştekî rojane be. Ne ku tirs tuneye, tirs jî heye lê çareseriya wê jî heye. Zarok dema Doktor Jîjo bixwînin hem wê jê kêfê bigirin û hem jî wê li ser bifikirin.

Kurdistan Haberleri

Amerîkayê cezayên nû li ser 29 keştiyên Îranê sepandin
Berhem Salih bi fermî bû Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî
Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartina Berhem Salih cihê şanaziyê ye
AMED - Eyşe Şan hat bibîranîn: 'Cihê wê nayê tijîkirin'
Konê Reş: Xewna Mîr Celadet li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye