Ji UNAMIyê daxuyaniya hilbijartinê: Gelê Kurdistanê hêjayî ewlehî, aramî û hemû bextewariyê ye

.

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) Mihemed El-Hessan, li ser birêveçûna dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji rojnamevanan re axivî.

El-Hessan di serdana navendeke dengdanê ya Hewlêrê de got: “Îro rojeke dîrokî ye li Herêma Kurdistanê. Em pîrozbahiyê li xelkê vê Herêma ezîz û hêja dikin. Em hêvî dikin ku ev prose her wek me dîtiye, bi awayekî aştiyane û bi rêkûpêk birêve biçe, ev jî şaristaniya gelê Kurdistnê nîşan dide.”

Nûnerê UNAMIyê diyar kir: “Peyama min ji medyayê re ew e ku balê bikişîne ser aliyên erênî yên proseyê, ji ber ku ev prose ne hêsan e.”

Mihemed El-Hessan diyar kir, “Netewên Yekbûyî piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê dike û dê berdewam be jî, ji ber ku gelê Kurdistanê hêjayî ewlehî, aramî û hemû bextewariyê ye.”

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê destnîşan kir, “Tişta ku îro tê kirin, ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê û Iraqê rêyeke geş e, lewma hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.”

Hêjayî gotinê ye, dengdana giştî ya xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê îro 20ê Cotmeha 2024an, li demjimêr 07:00ê sibehê dest pê kir û heta demjimêr 18:00ê êvarê dewam dike.

Hilbijartin di bin çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de tê kirin ku 2 milyon û 683 hezar û 618 hilbijêr dikarin deng bidin.

Kurdistan Haberleri

Trump: “Di wexteka nêz de wê operasyona bejayiyê bo ser Venezuelayê bêkirin”
Trump hemû dan û standinên bazirganiyê yên bi Kanadayê re rawestandin
Şerê li Sûdanê: 14 milyon kes koçber bûne
Macron: Girîng e ku HSD û Şam li hev bikin
Rafaêl Girûssî, daxza encamdana lezgîn a lêkolînan li navendên navkî yên rêjîmê kir